| Dema zozana bu. Em hîna zarok bun. Zarokên gundê
me bi piranî yê berxvan bun. Heban li pishta me, em dichun Colê.
Car he bu li Gola Maran, car he bu em li Chala li ber berxan bun.
Berî ya pez , bi piranî li Gola Sar bu. Bervanên gund me berî didan
dichun wêderê, ji bo yê pezdosh ê. Shivan li ser kanî ya berî yê
rudinisht nanê xwe dixwar, berîvana jî elbên xwe digirtin, pez didot
in. Dema ku me berê xwe dida wara (zozana) ,bi shahî û dilxweshîyek
em dichun. Di dema zaroktîya min de; Musa yê Alî yê Horê, Kalo yê
Hemzî yê Arif, Alî yê Mehmed ê Alî yê Horê û herweha ji gundê me
Kovikê gelek xort , berxvan bun.
Li gund pez û tersh debara (malhebun) gundiyan bu. Li gund; di
demek te pezê mala Arif, yê mala Musa yê Ismaîl, yê mala Mehmedê
Elo, yê mala Alî yê Horê, semerek pez jî yê mala Xelîlê Memelî hebu.
Li gund, mala Qemerê Chichê di warê pez de, gelek dewlemend bun.
Li gund char penc bir pez hebu. Celebê mala Cibraîlê Momin û birê
gîskên mala Shao jî tê bîra min. Rojek me berê xwe da warê Sheîd,
em chun zozanê delal. Ipega Silêmanê Butkî, Axcika Mehmedê Elo,
Hezime, Gulê hina azeb bun.. Strana "Warê Sehîd Warê me ye" distran.
Shaî û dîlan bu chûyîna zozana. Pishta Warê Diyar, Rasta Kalê renga
reng bu. Fistanên jin û kechikan bi durve dibiriqî. Chima ku wek
chand jina fistanên rengîn li bejna xwe dikirin. Cil û bergên kurda
bi piranî rengîn e.
Di pishta Warê Dîyar de karwan dimeshîya, bi zarokên hurik tersh
û mal ve. Dema ku derdiketin serê Warê Dîyar, bîna zozana dihat,
sûra zozana li birî û bijanga dida. Li zozana konê resh dihat vekirin.
Konê mala apê Qemerê Chiche mezin bu. Holik bi kimkorê dahat sî
kirin. Ji qorî yan chilo danîn, serê holikê bi chilo dihat girtin,
dura jî ji bo yê sî kirinê kimkor davitin ser chilo yê. Li zozana
piranî jin, qîz (kechik), bûk, zarokên hurik dijîyan. Eva ye ji
bo demek bu. Ji bo yê meh û nîvek li zozana diman. Dura vedigerîyan
dihatin gund. Mêr û xort li gund diman, di zevî û mergan de dixebitîn.
Gî ya û genim dichi nîn. Di demên zozana de, bervê evarê em li kera
sar di bun, me dida ber hev. Car he bu em ji kera diketin, me serê
xwe, pî yê xwe hûr dikir. Lê dîsa jî me dev ji kersarbunê ber nedida.
Ji mere kefxweshîyek mezin bu. Êvarê berxên me li kozikê, pez ji
li shevînê dima. Dura dihat guherê.
Tê bîra min, rojek hûnik bu. Min û Musa yê Alî yê Horê, me berxên
xwe kiri bu nava hev. Li pishta Nawala So'yê de berxên me dicherî
ya. Min û Musa, me herduya du heb gêle girti bu, bera hev dida.
Dida sher kirin. Ya wî gêleyek resh, ya min jî sor bu. Bi lehevxistina
gêlan, me berx jî ji bîra kiri bu. Tu nabî gur dikeve nav berxa
û berxek dikuje ê dinê jî ji tirsa guran direvin, belav dibin. Me
serê xwe rakir ku em chi bibînin, berx neman e. Wenda bun e. Leshek
li ber devê gurda ye û dixwe. Me kevir avit gurê, gur revî ya. Lê
îjar jî qertalên berete yan li ser berxê kom bun. Dema ku em berîyê
li lash dikin, qertalên bereteyan berî didin me. Em jî durf nakin
ku nîzikî yê li lashê berxê bikin. Me di ku em ji qertalan nikarin
xwe biparizin (xelaskin), me dev ji qertalan berda û bi gerî, me
berî da holikê.
Berxê me wenda bibun. Birek berx. Amoja min Îpek û analixa min
Helîmê bi qîje qîj û bi nifiran berê xwe dan Nawala So'yê. Me jî
serî kir berxwe, bi xemgînî li ber holikê de runishtin. Li zozana
ji chiya yê Ko surek sar dihat. Sewqa rojê li zinara dibriqî. Di
bin konek te (reshmal) zarîna dergushek, li ber holikek de jî ewtina
seyek di hat.
|