ZIMAN U JÎYAN
Ziman u jîyan a
Kovik'ê bi xwe jî gelek dilxwes bû. Bav
û kalên me dîtin u ramanên xwe
bi ziman ê dayikê danî cih. Ziman
ê Kovîk'iyan kurdî bu. Bi
tayîbetî zimanek sivik u ji erebî an ji
ji tirkî tew ghotin negihirti bu.Zimanek paxis bu.
Di destpêk a tv u radyoyedê hedî bi
hedî ziman ji wenda bu.
Ez nikarim bejîm di kokêdê wenda buye.
Le zarok u xort zêdetir bi tirkî diaxifin u ziman
ê dayikê cih ê xwe daye ziman ê
tirki.
Stran u helbest u
axaftin(qêsedan) hemu bi kurdi bu dem a em zarokbun.
Cima ku bav u kal e me bi ziman ê tirkî neduxwastin
biaxfin.
Wana nedizanî,u ne ji bi axaftina tirkî dilxwesbun.
Tesîr a ziman ê tirkî bi rastî
bi tv u radyo zedetir bi kar hat.
Pist a salên dawîyêde gelek jî
bi pês ket.
Di war ê siyasetêda ji xwe da ber.Wek em
bejîn dij ê ziman ê kurdî bu.
Ji bo ê wî yekê ji ês a ziman
gelek giran bu.
Ez bixwe ji bi rastî ne qayilim ku bi tirkî
ditinên xwe binim ziman. Lê gelek insanên
hêja dawxazin ku ez bi tirkî nivîs
cekîm ku ew bikaribin bixwînin.
Ez ji carna bi kurdi u zedetir
ji bi tirki divnisînim.
Ji bo xortên delal lêborîn(ozur)
dawxazim.Cima ku nivîsên min bi tirkî
zêde daxwîya dike.
Tenê min xwast ez li ser ziman bisekinîm di vi
nivîsêde.
Ziman ê dayîkê her dem sirîne.
Dibe kû em ziman ê dayîka xwe
fêrbin u pêsve bibin.
Ev ziman ê delal dibe ku wenda nebe.
Cima ku ziman hebun a meye.
Merov cawxas pêsve bibe waqas bi rumete.Ne tenê bi
axaftin, lê bi nivîs ji dibe ku pêsve
bice.
Ez ji we hemuyenre silav u rêz(saygi)disînim bi
dilek germ.
Sal a 2005 ji were serkevtinbe...Jiyanek bi dil ji were dawxazim.
Dubare silavên germik u nermik...
Weli Sebri
22.12.2004